Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina aware û penaberan

rêkeftinnameyeke nû hate îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Merasîmeke taybet bi rêkxistina karûbarên aware û penaberan hate lidarxistin.

Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, balyoza Amerîkayê, nunerên çend ajansên ser bi Netewên Yekgirtî û hijmareke rayedarên herêma Kurdistan û Îraqê merasîmeke taybet bi ji nûve rêkxistina kirina karûbarên aware û penaberan hate organîzekirin.

Di merasîma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, gelek kêfxweşe ku, îro mêwandariya wan mêwanên qedir giran dike û bihevre nîqaş li ser rewşa penaber û awareyan dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herêma Kurdistanê hertim navenda bihevre jiyana aştiyane bûye û niha jî bêyî tu cudatiya olî û etnîkî mêwandariya hijmareke zêde penaber û awareyan ji welat û deverên curbicur dike, bi taybetî li gel destpê kirina êrîşên DIŞIê bi hezaran welatiyên Îraqê aware bûn û berê xwe dan herêma Kurdistanê, di vê demê de Kurdistan bo xwe di nava rewşeke gelek dijwar de bû, lê rixmî vê yekê jî bi başî pêşwaziya wan kiriye û hevkariya wan kiriye.

Serokwezîr herwiha anî ziman ku, herêma Kurdistanê rixmî rewşa xwe ya darayî û heyî, mêwandariya hijmareke gelek zêde ji aware û penaberan dike û beşeke zêde ji wan jî di nava kempan dene û hewandin û piştîvanî kirina wan jî bargiraniyeke gelek zêdeye bo ser hikûmeta herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser xizmet kirin û piştîvanî kirin û parastina aware û penaberên ku, li herêma Kurdistanê dene.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de eşkere kiriye ku, ti kesek naxwaze aware anjî penaber be, lewre herêma Kurdistanê jî berdewam dibe li ser hewandin û parastina wan aware û penaberan heta dema rewşa deverên wan normal dibe û herêma Kurdistanê dijî vê yekê ye ku, zext li aware û penaberan bo vegerandinê were kirin belku, dixwaze aware û penaber bi awayeke dixwaz vegerin ser cîhên xwe.

Serokwezîr diyar kir ku, wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê demeke dirêje li gel tîma komîsariyaya taybet ya NY bo karûbarên penaberan mişxûlî amadekirina rêkarên nû yên karûbarên taybet bi aware û penaberan bûye û îro ev rêkarnameya nû tê îmzekirin.

di nava vê rêkarnameyê de hewl hatiye dayîn daku, tevahiya mafên penaber û awareyan parastî bin û spasiya wezareta navxwe jî dikim ku, bi cidî li ser vê mijarê kar kiriye û herêma Kurdistanê jî hertim weke mînakeke geş bo parastina çanda bihevre jiyana aştiyane, mêwandariya aware û penaberan dike.

me hewl daye ku, li gor îmkan û derfetên darayî yên li berdestê me de aware û penaberên li herêma Kurdistanê jî mifa ji xizmetgozariyên giştî werbigirin û em li ser vê yekê berdewam dibin lewre daxwaz ji hikûmeta federalî, civaka cîhanî û aliyên têkildar dikin ku, di vê warî de hevkariya herêma Kurdistanê bikin.

Her di heman merasîmê de şîretnameya nû ya karûbarên taybet bi penaber û awareyan li herêma Kurdistanê di navbera hikûmeta herêmê û tîma taybet ya NY yabo karûbarên aware û penaberan hate îmzekirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.