Deriyên sînorî yek ji rojeva civîna civata wezîran dibin.
Îro çarşem civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Di civîna îro ya civata wezîran de giftûgo li ser sê mijarên sereke tê kirin ku, rewşa deriyên sînorî yek ji wan mijaran dibe.
Mijara duyem ya civînê giftûgo kirin derbarê mûçeya meha 6an ya mûçexwerên herêma Kurdistanê û mûçeyên meha 5 û 6 ya hêzên pêşmerge dibe.
Rojeva sêyem jî taybet dibe bi encamên civînên hevbeş yên berdewam di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin