Îran çê kirina hajekên balistîkî zêde dike

Li Tehranê bo vê mebestê du navendên nû hatine çêkirin.
کوردستان TV
100%

Li du navendên nêzî Tehranê dest bi proseseke nû hatiye kirin.

Ajansa nûçeyan ya Reuters li ser zarê çend çavkaiyên hayedar belav kiriye ku, rejîma Îranê dest bi proseseke nû bo zêde kirina çê kirina hajekên balistîkî kiriye.

Reutersê eşkere kiriye ku, rejîma Îranê ferman daye daku, li du navendên nêzî Tehranê yên ku, di bin kontrola spaha pasdaran dene, çê kirina hajekên balistîkî were zêdetirkirin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, ev du navendên han di demeke nêz de hatine çêkirin û li her çar aliyên wan jî axeke gelek zêde hatiye komkirin û sedema komkirina vê axê jî bo pêşî girtin ji zirarên zêdetir ya dema teqîna wan hajekan di dema cerbandinê deye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.