Amerîka: Haya me ji metirsiyên pkk heye

dibêje lazime xelkê medenî rastî ziraran nebe.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime operasiyon bo agehdariya Îraqê werin kirin.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller di presskonferansekê de ragihand ku, Amerîka haya xwe ji wan metirsiyan hene ku, li ser sînorên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê pkkê ve hatine çêkirin.

Matthew Miller herwiha diyar kiriye ku, lazime Tirkiye bi hayedarî û agehdariya hikûmeta federalî operasiyonên xwe yên li dijî pkk bimeşîne daku, ti zirarek ber xelkê medenî li herêma Kurdistanê nekeve.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.