Dibêje vê Esed dawetî Tirkiyeyê bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di dema vegerê ji Qezaqistanê di nava balefira xwe de bersifa pirsên Rojnamegeran daye.
Derbarê destpê kirina operasiyonên bejahî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê Erdogan gotiye destpê kirina wan operasiyonan girêdayî rewş û pêşhatane û ne raste ku, em bêjin niha operasiyon destpê dikin jixwe êrîşên me li dijî PKK û YPG didomin û her gav rewş goncaw be û pêdivî bi operasiyonên bejayî hebe vê operasiyon werin kirin.
Erdogan herwiha eşkere kiriye ku, Tirkiye li ser normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê bi îsrare lewre eger heye di demên pêşde daxwaz ji Serokê Sûriye Beşar Esed û Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin jî bike ku, serdana Enqereyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin