Serok Barzanî li gel balyozê Tirkiyeyê civiya

Tirkiye piştîvaniya çareser kirina kêşeyan bi diyalogê dike.
کوردستان TV
100%


Civîn û hevdîtinên Serok Barzanî li Bexdayê didomin.

Îro pêncşem Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Enil Bora Inan kir,

Di civînê de pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya Îraqê hate nirxandin û Serok Barzanî sedem û armancên serdana xwe bo Bexdayê rave kir û balkêşande ser vê yekê ku, di nava prosesa siyasiya Îraqê de rewşeke erênî derketiye holê û mirov dikare weke derfeteke baş bi çareser kirina kêşeyan sûdê ji bistîne.

Her di heman civînê de balyozê Tirkiyeyê ragihand ku, Tirkiye piştîvaniya vê yekê dike ku, arîşeyên siyasî yên li Îraqê bi diyalogê werin çareserkirin û ti pêkhateyeke Îraqê jî neyê perawêzxistin.

Têkiliyên siyasî û abûrî yên di navbera Kurdistan, Îraqa federal û Tirkiyeyê mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.