Serok Barzanî li gel balyozê Çînê civiya

Kurdistan û Çîn têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Çîn piştîvaniya çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Îşev li Bexdayê Serok Barzanî pêşwaziysa balyozê Çînê yê li Îraqê Tsui Wei kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê de hate kirin û Serok Barzanî balkêşande ser serdana xwe bo Bexdayê û ragihand ku, niyet û niyazeke çareser kirina kêşeyan heye û ev yek jî bi derfeteke baş bo çareser kirina kêşeyan li gor berejwendiyên nîştimanî bilêv kir.

Her di heman civînê de balyozê Çînê kêfxweşiya xwe li hember serdana Serok Barzanî bo Bexdayê diyar kir û ragihand ku, Çîn piştîvaniya çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û kêfxweşiya xwe jî ya li hember diyarî kirina dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanî anî ziman.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Çînê mijareke din ya vê civîna han bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.