Behsa armancên serdana Serok Barzanî hatiye kirin.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, îşev Serok Barzanî li Bexdayê li gel balyoza Amerîkayê Alina Romansky civiya.
Di civînê de Serok Barzanî balkêşande ser armancên serdana xwe û anî ziman ku, piştî ku, me hest bi vê yekê kir ku, niyet û niyazeke paqêj li Bexdayê bo çareser kirina kêşeyan, pêbend bûn bi destûr û rewşeke goncaw derketiye holê, û herwiha bo giftûgo kirin li ser mijarên nîştimanî serdana Bexdayê kiriye.
Derbarê mayîna hêzên hevpeymaniya cîhanî Serok Barzanî got: Ev yek pirseke nîştimaniye, ne taybete bi aliyekê lazime aramî û berejwendiyên Îraqê li ber çawan re werin derbaskirin.
Balyoza Amerîkayê jî piştîvaniya welatê xwe bo serdana Serok Barzanî bo Bexdayê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Amerîka hana hikûmeta federalî û hikûmeta herêmê dide bo çareser kirina kêşeyan, berdewamiya diyalogê û berdewamiya têkiliyan.
Derbarê hilbijartinên parlementoyê de jî balyoza Amerîkayê pêşwaziya diyarî kirina dema hilbijartinên parlementoyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin