Îraq: Gaza Îranê têrê me nake

dibêje 8 projeyên me hene lê hîn jî ne çalakin.
کوردستان TV
100%

Dibêje çend projeyên me hene lê hîn jî pêdiviya me bi gaza Îranê heye.

Wezîrê petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku, hîn jî hikûmeta Îraqê kêşeya elektirîkê û dabîn kirina sûtemeniyê bo hêlbirîna elektirîkê bi temamî çareser nekiriye lewre pêdiviya Îraqê bi gaza Îranê heye.

Heyan Ebdulxenî eşkere kiriye ku, gaza ji Îranê tê hawirdekirinê têra hêlbirîna elektirîkê li tevahiya stasiyonên hêlbirînê nake lewre lazime Îraqê li pey çareseriyeke din bigere.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku, niha çend projeyên girîng yên hikûmetê hene lê jiber ku, xelas nebûne pêdiviya me bi hawirde kirina gazê ji Îranê heye.

Ev wezîrê Îraqî herwiha diyar kiriye ku, sala bê vê yekem stasiyona hêlbirîna elektirîkê bi enerjiya rojê bikeve kar.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.