Holenda û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

balyozê Holendayê xatira xwe ji Serokwezîr xwest.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Holendayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Holendayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Şahnişîna Holendayê li Îraqê birêz Hans Sunday kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya balyoz kir bo liv û tevgerên wî yên bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî. Hewiha rêzdariya xwe ya li hember piştîvaniya berdewam ya Holendayê ya di şerê dijî DIŞIê de û piştîvanî kirina reformên hikûmeta herêma Kurdistanê di warên pir cure kirina abûrî û bi taybetî jî kerta çandiniyê, diyar kir û hêviya serkeftinê jî bo balyozê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Şahnişîna Holendayê jî behsa têkiliyên bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Holendayê de kir û eşkere kir ku, rêjeya bazirganiya navbera her du aliyan du caran ji demên derbasbûyî zêdetir bûye û tekez li ser xwesteka welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

Guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştiya Îraq û deverê û girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.