Karwaneke çek û cebelxaneya Îranî ji nav çû

di encama êrîşê de gelek çekdar jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Amerîka êrîşî ser wê karwana han kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest direngiya şeva derbasbûyî, komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê, dema xwestibûn karwaneke çek û cebelxaneyê ji Îraqê bi rêya deriya Ebûlkemalê bo navçeya Dêra Zorê veguhêzin rastî êrîşeke balefirên Amerîkî hatine.

Di encama êrîşa han de yaku, li nêzî deriya Ebûlkemalê de pêk hatiye, karwan bi temamî hatiye ji navbirin û gelek çekdar jî hatine kuştin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.