YE dorpêçên nû xiste ser Rûsyeyê

Serokê Sirbiyayê jî derbarê şer de dem diyarî kiriye.
کوردستان TV
100%

Beriya du rojan Serokê Rûsyeyê serdana Koreya Bakûr kiribû.

Aloziyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Rûsyeyê berdewamin û duhê jî Serokê Sirbiyayê ragihandibû ku, di nava 3 heta 4 mehan de şereke mezin destpê dike.

Her di vê çarçoveyê de îro Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku, biryar daye 14mîn pakêca nû ya dorpêçan bixe ser Rûsyeyê.

Ji aliyeke din ve şerê navbera Rûsye û Ukraynayê jî berdewame û NATO jî biryar daye daku, zêdetir hevkariya Ukraynayê dijî Rûsyeyê bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Rûsyeyê jî di çarçoveya serdana xwe yabo Koreya Bakûr peymanek li gel Koreya Bakûr îmze kiriye ku, êrîş li dijî Rûsyeyê weke êrîş dijî Koreya Bakûr û beruvajî jî qebûl dike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.