Du navendên hûsiyan hatin wêran kirin

duhê jî 8 dronên hûsiyan hatibûn xistin.
کوردستان TV
100%

Hêzên Amerîkî êrîşî ser wan kirine.

Li gor daxuyaniye Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî yaku, bi CENTCOMê tê nasîn, hêzên Amerîkî yên li deryaya sor êrîşeke berfire birina ser çend pêgehên çekdarên hûsî yên li Yemenê.

CENTCOMê eşkere kiriye ku, di encama wan êrîşan de du navendên mezin (biryargehên navendî) yên hûsiyan bi temamî hatine wêrankirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de behsa ji nav birina du dron û du hajekên hûsiyan jî hatiye kirin.

Weke tê zanîn duhê jî Amerîka gotibû ku, 8 dronên hûsiyan ji nav biriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.