Herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, di yekem roja cejna Qurbanê de li Tirkiyeyê 852 bûyerên tirafîkê qewmîne.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama wan bûyeran de herî kêm 5 kes canê xwe ji dest dane û 1421 welatî jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin