Li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Joel Vaul û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên herêma Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kir.
Me tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirina reformên wezareta pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge kir.
Girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê, bihêztir kirina hemahengî û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li gel hêzên hevpeymanan bo rûbirû bûna gef û metirsiyên terorîstên DIŞIê û terorê bi giştî mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin