Serokwezîr li gel balyozê Franseyê civiya.
Îro çarşem Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Franseyê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Franseyê li Îraqê birêz Patrick Durrell kir.
Di civînê de rixmî pêşkêş kirina pîrozbayî jiber destbikar bûna wî weke balyozê welatê xwe, hevdem bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên dostane yên di navbera Franse û herêma Kurdistanê de jî hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya xwe de jê re xwest.
Balyozê Franseyê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên du alî diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, di pêşerojeke nêz de şandeke kompaniyên Frensî bi mebesta pêşde birina liv û tevgerên bazirganî û hêlbirînê vê serdana herêma Kurdistan û Îraqê bike.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser girîngiya organîze kirina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de û bi beşdariya tevahiya aliyan û pêkhateyan kir ku, lazime bi awayeke azad, dadmend û bawermend, kir.
Çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin