Vê henarde kirina petrola Kurdistanê destpê bike.
Li gor nûçeyeke kanala Îraqiye, wezîrê petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihandiye ku, danûstandinên navbera hikûmeta federalî, hikûmeta herêmê û kompaniyên petrolê yên li herêma Kurdistanê erênîne û gavên baş hatine avêtin.
Ebdulxenî herwiha diyar kiriye ku, encamên baş ji civînan hatine bidestxistin û di rojên pêşiya me de vê li gel herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê bigehêjin rêkeftinê û henarde kirina petrola Kurdistanê dîsa destpê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin