Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, guhertina demgorafî pêk tîne.
Li gor nûçeyeke ajansa anhayê dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere. Dewleta Tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.
Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyeyê ne.
Heyva Sor a Qeterê diyar kir ku wê bi hevkariya dewleta Tirk avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyeyê bi dawî kiriye.
Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin