Serokê herêmê li gel balyozê Franseyê civiya

behsa rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa peywendiyên Franseyê yên li gel Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Patrick Dorrell kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina peywendiyên Franseyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser derfetên berfire kirina hevkariya hevbeş di tevahiya waran de.

Her di heman civînê de her du alî derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de nêrînên xwe anîn ziman û li ser girîngiya lidar xistina hilbijartinên Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de bi beşdariya tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyan hemfikir bûn.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa girîngiya danûstandinên çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û pêşde çûna têkiliyên navbera her du aliyan jî bi erênî nirxandin û balyozê Franseyê hewldanên Serokê herêma Kurdistanê bilind nirxand û piştîvaniya welatê xwe jî bo çareser kirina kêşeyan diyar kir.

Parastina aramiya Îraqê, rewşa deverê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş babetên din yên vê civînê bûn ku, Konsulusê Franseyê yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdarbû.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.