Li Nînovayê hatiye dîtin.
Îstîxbarata leşkerî ya Îraqê yaku, ser bi wezareta berevanî ya Îraqê ye ragihandiye ku, piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst yên derbarê hebûna paşmayiyên DIŞIê li deverê de, hêzên wan dest bi operasiyoneke lêgerînê kirine û karîne toneleke dirêj ya DIŞIê bibînin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, destpêka tonelê û 500 metreyên vê di nava Teleferê deye û 500 metreyên din jî digehêje Nînovayê.
Îstîxbarata leşkerî ya Îraqê eşkere kiriye ku, DIŞI ev tonel bo veguhastina çek, cebelxane û karên din bikar aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin