Hijmara firînan û rêwîngan jî zêde bûye.
Birêveberê giştî yê balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Hişiyar Ebdulah ragihand ku, balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê kariye bi serkeftî tevahiya pîwerên cîhanî cîhbicîh bike û bibe yek ji balefirxaneyên serkeftî li deverê de.
Hişiyar Ebdulah herwiha diyar kiriye ku, di sala 2023an de hijmara wan kesên ku, bi rêya balefirxaneya Hewlêrê hatûçû kirine li gor sala 2022an sedî 30 zêde bûye û di sala 2023an de zêdetir ji 2 miliyon kesan bi rêya vê balefirxaneya han hatûçû kirine.
Ebdulah tekez kiriye ku, balefirxaneya Hewlêrê di cerbandinên saziya ICAO de bi bidest anîna zêdetir ji 80 xalan bi serkeftî derçûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin