Vê Amerîka F16an bifiroşe Tirkiyeyê.
Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Amerîkayê, hikûmeta vê welatî biryara firotina balefirên cengî yên F16 û perçeyên wan yên yedek bi Tirkiyeyê pejrandiye.
Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê, piştî îmze kirina vê rêkeftina han ku, buhayê vê 20 miliyar dolare, vê Amerîka 40 balefirên cengî yên F16 û 79 perçeyên yedek jî bide Tirkiyeyê.
Heta niha dema radest kirina wan balefiran nehatiye diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin