Li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchen kir
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz James Goldman jî têde beşdarbû, me giftûgo derbarê hewlên çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û serdana hefteya derbasbûyî ya me ya bo Bexdayê û civînên me yên li gel rayedarên hikûmeta federalî û aliyên siyasî bi pêngaveke girîng hate wesifkirin bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî maf û şayîsteyên darayî yên herêmê bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûr, rêkeftinan û karnameya hikûmeta federalî.
Her di heman civînê de me giftûgo derbarê projeya cadeya geşe pêdanê û bihevre girêdana welatên Kendavê bi rêya xeta şemendefera Îraqê bi Tirkiyeyê û welatên Ewrûpî kir û tekez li ser pêwîstiya beşdarbûn û derbasbûna vê xetê bi herêma Kurdistanê re û sûdmendbûna tevahiya pêkhate û navçeyên Îraqê ji vê projeya steratejîk kir.
Mijareke din ya civîna me taybet bû bi pêwîst bûna lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya Îsal de.
Li ser girîngiya çareser kirina tevahiya kêşe û arîşeyên berdem hilbijartinê û beşdarbûna tevahiya aliyên siyasî û parastina mafên pêkhateyan hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin