Behsa çareser kirina kêşeyên heyî kirine.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Îraq federal Mihemed Sûdanî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê hatiye kirin.
Her du alî li ser domandina diyaloga avaker bo çareser kirina kêşeyan li gor berejwendiyên tevahiya welatî û pêkhateyên Îraqê hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin