Li Himsê jî êrîş pêk hatiye.
Li gor çapemeniya Sûrî, şeva derbasbûyî ji aliyê Golanê ve Îsraîl êrîşî ser bajarê Banyasê kiriye û di encama êrîşa han de herî kêm 10 kes birîndar bûne.
Çapemeniya Sûrî qala vê yekê kiriye ku, di encama êrîşa han de gelek zirarên madî yên mezin jî çê bûne.
Çapemeniya Sûrî herwiha qala êrîşa li Himsê jî kiriye û ragihandiye ku, sîstema berevanî ya Sûrî li Himsê kariye bersifa êrîşeke asmanî bide.
Ne çapemenî û ne jî rejîma Sûrî ti zaniyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav nekirine û Îsraîl jî heta niha di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin