Ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine xistin.
Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya Amerîkayê CENTCOM, hêzên asmanî û hêzên deryayî yên Amerîkayê li deryaya sor karîne êrîşeke berfire ya hûsiyan pûç bikin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî karîne 5 dronên hûsiyan ku, ji deverên curbicur yên yemenê bi mebesta êrîş kirine ser keştiyan li deryaya sor hatibûn avêtin, bixin erdê.
Di berdewamiya han de hatiye eşkere kirin ku, 3 ji wan dronan ber keştiyeke Yûnanî ketine lê ev keştiya han rixmî zirarên ku, ber ketine kariye rêya xwe bidomîne û ji deverê dûr keve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin