Ti xizmetgozariyek bi sedî 40 bajêr nayê pêşkêşkirin.
Li gor nûçeyeke rojnameya Sebah ya fermî ya Îraqî, Bajêrdarê Necefê Odey Ebdulsahib Tewîr ragihandiye ku, Necef weke yek ji bajarên pîroz yên Îraqê gelek mezin bûye û niha hijmara nîştecîhên vê bajarê zêdetir ji 2 miliyon kese.
Tewîr diyar kiriye ku, rixmî mezin bûn û qerebalix bûna bajêr lê asta xizmetgozariyan jiber nebûna îmkan û derfetan gelek kême û niha ti xizmetgozariyek pêşkêşî zêdetir ji sedî 40 vê bajarê nayê pêşkêşkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku, kom kirina gilêşan yek ji kêşeyên mezin yên Necefê ye, bo kom kirina gilêşa Necefê pêdivî bi zêdetir ji 50 tirimbîlên taybet heye lê niha tenê 12 tirimbîl di vê warî de xizmeta bajêr dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin