Beşar Esed jî derbeke dijwar li Îranê da

dibêje ev giravên han ne yên Îranê ne.
کوردستان TV
100%

Welatên Erebî daxuyaniyeke hevbeş îmze kirine.

Piştî bi dawî hatina civîna Komkara Erebî ya li Miyameya paytexta Behreyinê, welatên beşdar di kom civînê de daxuyaniyeke hevbeş derbarê her sê giravên cîhê nakokî di navbera Îran û welatên Erebî de îmze kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev her sê giravên han ( Ebû Mûsa, tunba biçûk û tunba mezin) ne yên Îranê ne belku, yên welatên Erebî yên deverê ne.

Xala balkeş ya vê daxuyaniya han eve ku, rixmî têkiliyên baş û bihêz yên di navbera Îran û rejîma Sûriyeyê de, Sûriye jî ev daxuyaniya han îmze kiriye û bi vê rengî derbarê doza wan sê giravan de Beşar Esed pişt li Îran kiriye û piştîvaniya welatên Erebî kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.