Heta niha zêdetir ji 300 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Efxanistanê jiber barîna barana bixor li Rojavayê vê welatî lehiyên gelek mezin rabûne.
Di vê derbarê de rayedarên parêzgeha Xor ya li Rojavayê Efxanistanê jiber barîna baranên bixor lehiyên mezin rabûne û di encama wan lehiyan de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dane.
Rayedarên vê parêzgehê herwiha diyar kirine ku, di encama wan lehiyan de zirarên mezin ber zêdetir ji 2 hezar xaniyan ketine.
Weke tê zanîn çarşem û pencşema hefteya derbasbûyî jî di encama lehiyên li Efxanistanê de herî kêm 250 kesên din canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin