Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê serdana Hewlêrê dike

behsa destpêkirina henarde kirina petrola Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên herêma Kurdistanê dicive.

Biryare îro pêncşem 16ê Gulanê Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên enerjiyê Geoffrey Pite serdana Hewlêrê bike.

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, Geoffrey Pite piştî serdana xwe ya bo Bexdayê vê serdana Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê jî bike û di civîn û hevdîtinan de behsa girîngiya piştîvaniya herêma Kurdistan û Îraqê di warê enerjiyê de û herwiha girîngiya destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê bike.

Weke tê zanîn Geoffrey Pite duhê serdana Bexdayê kiriye û li gel Serokwezîrê Îraqê civiyaye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.