4 welatiyên Kurd hatin girtin

temena du ji wan zêdeyî 65 saliye.
کوردستان TV
100%

Bi hinceta endambûn di nava partiyeke Kurdî de hatine girtin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd yên ku, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve beriya demekê hatibûn girtin, hatine cezakirin.

Jêderên ji Rojhilata Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku, duhê dadgeha rejîma Îranê li bajarê Urmiyeyê welatiyekî Kurd bi navê Silêman Salkî temen 73 sal, bi 10 sal cezaya girtîgehê, welatiyeke din bi navê Osman Dilsoz  temen 66 bi 2 sal û 2 xizmên din yên wî jî her yek bi 2 sal cezaya girtîgehê hatine mehkûmkirin.

Hate zanîn dadgeha rejîma Îranê endambûn di nava partiyeke Kurdî de kiriye hincet û ev her çar welatiyên Kurd ceza kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.