31 sale navenda Laleşê xizmeta çanda Kurdî dike.
Bi minasebeta 31 saliya damezrandina navenda çandî ya Laleşê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan û navenda Laleşê kiriye.
Serokê herêmê diyar kiriye ku, bi rêzdarî ve li kar, xebat û berhemên navenda çandî ya Laleşê dinêre û hêviya serkeftin û pêşdeçûna berdewam bo vê navendê dixwaze.
Nêçîrvan Barzanî tekez li berdewamiya piştîvaniyên xwe bo navenda Laleşê kiriye daku, ev jî berdewam be li ser xizmet kirina rewşenbîriya Kurdî.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de dilniyayî daye Êzidiyan û nivîsandiye; Bi vê minasebeta han dilniyayî didim tevahiya xuşik û birayên Êzidî ku, li ser parastin û piştîvanî kirin ji mafên wan berdewam dibin û li ser asta Kurdistan, Îraq û cîhanê bo xizmet kirina wan çi ji destê wî were bo wan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin