Serok Barzanî: Leyla Qasim dîrok çê kir

Leyla Qasim şehadet qebûl kir lê jiyana bindestiyê qebûl nekir.
کوردستان TV
100%


Serok Barzanî di salvegera îdam kirina Leyla Qasim de peyamek belav kir.

Îro bi minasebeta 50 saliya darve kirina Leyla Qasim Serok Barzanî peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Leyla Qasim mînake bilind û mezin ya jina Kurde ku, dîrok bo xwe û gelê xwe çê kiriye, Leyla Qasim şehîd bûn weke serfiraziyek qebûl kir lê serê xwe bo celad û neyaran neçemand, Leyla Qasim hewalên wê bo tevahiya me wane û mînakin ku, wefadarî bo welat û hizir û mirina serfirazane gelek binirxtirin ji jiyana bindestiyê.

Di 50mîn salvegera îdam kirina Leyla Qasim, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Heme Reşîd, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî silav bo rihê paqêj yê tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dinirên.

Mesûd Barzanî

12ê Gulana 2024an

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.