Hilbijartinên Şaredariyan hatin taloqkirin

diviyabû di 30ê Gulanê de hilbijartni were kirin.
کوردستان TV
100%

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hilbijartinên şaredariyan taloqî 11’ê Hezîranê kir.

Li gor nûçeyeke anhayê komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên şaredariyên herêmê ku diviyabû 30’ê Gulanê bêne kirin, taloqî 11’ê Hezîranê kirine.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a têkildarî mijarê de wiha hat gotin:

"Armanca me ya sereke serxistina proseya hilbijartinan, pêkanîna şefafiyet û demokrasiyê ye. Ji bo pêkanîna vê armancê dem şertekî girîng û bingehîn e. Biryar bû ku hilbijartin di 30’ê vê Gulanê de bihatina kirin, lê di çarçoveya xebatên me de me dît ku dema diyarkirî ya ji bo amadekariyên pêkanîna hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têrê nake. Li ser vê yekê me biryar da ku dema hilbijartinan taloqî 11’ê Hezîrana bê bikin da ku amadekariyên baştir bikin ku layiqî girîngiya van hilbijartinan be. Her wiha ne li dijî Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan a ku ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû erêkirin be.”

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.