Hikûmet berdewam dibe li ser piştîvanî kirina navenda Laleşê

31 sale navenda Laleşê xizmeta çanda Kurdî dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Bi minasebeta 31 saliya damezrandina navenda çandî ya Laleşê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û têde tekez li ser berdewamiya piştîvaniya hikûmetê ji navenda çandî ya Laleşê kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rixmî ku, pîrozbayî li tevahiya karmend û endamên vê navendê kiriye, hevdem hêviya serkeftinê bo wan xwestiye û nivîsandiye; Hêvî dikim navenda laleşê berdewam be li ser xizmet kirina çanda resen ya Kurdî û parastin û pêşde birina çanda Êzidatî, rihê biratî û çanda bihevre jiyana aştiyane.

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez li ser dom kirina piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ji tevahiya mafên xuşik û birayên Êzidî kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.