Duhê bişev zêdetir ji 50 hajek hatin pûçkirin.
Piştî gefên Îranê yên bo bersifdayîna raste rast ya êrîşa Îsraîlê bo ser balyozxaneya vê welatî ya li Sûriyeyê, hikûmet û artêşa Îsraîlê jî ragihandin ku, ev amadene ku, bi her awayî bersifa êrîşên raste rast yên Îranê yên bo ser Îsraîlê bidin.
Ji aliyê xwe ve çapemeniya Amerîkî jî diyar kiriye ku, eger heye di nava 48 seatên pêş de Îran êrîşî ser Îsraîlê bike.
Her duhê bişev hizbulaha Libnanê ku, ser bi Îranê ye bi 50 hajekan êrîşî ser Îsraîlê kir lê sîstema berevaniya Îsraîlî kariye tevahiya wan mûşekan beriya bigehêjin axa Îsraîlê pûç bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin