Îsraîl: Me amadekariyên xwe kirine

Îran dibêje balyozxane û Konsulusxaneyên Îsraîlê armanca me ne.
کوردستان TV
100%

Dibêje em amadene bersifa Îranê bidin.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallantli dor gefên rejîma Îranê yên bo tolhildan ji Îsraîlê ragihand ku, Îsraîl bo rûbirû bûna êrîşên Îranê û pûç kirina tevahiya êrîşên Îranê her cure amadekariyek kiriye û amadekariyên Îsraîlê bi dawî hatine.

Yoav Gallant di gotara xwe de eşkere kiriye ku, Îsraîl xwe bo rûbirû bûn li gel her cure senariyoyekî amade kiriye û em amadene bersifên gelek dijwar bidin her êrîşeke Îranê.

Ji aliyê xwe ve duhê jî rejîma Îranê li gel domandina gefên xwe yên dijî Îsraîlê ragihandibû ku, ji niha û pêda balyozxane û Konsulusxaneyên Îsraîlê armanca me ne.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.