Serokê herêmê li gel nunera taybetî ya NY civiya

behsa rewşa Îraq û deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên herêma Kurdistanê hate kirin.

îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nunera taybetî ya Sekreterê gişî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jennifer Plaschart kir.

Di civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya li darxistina hilbijartinên li Herêma Kurdistanê hevfikir bûn û ronahî xistin li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh yên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya proseyê û piştrast bûn li ser beşdariya hemû aliyan di hilbijartinan da di vî warî de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera her du aliyan ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan çend mijarên din yên civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.