Bo giftûgo kirin li ser mijara mûçe û bûdceyê çûye Bexdayê.
Li gor daxuyaniyeke wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, şeva derbasbûyî şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab çûye Bexdayê.
Biryare şanda han li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federalî bicive û giftûgo derbarê mûçeya hêzên pêşmerge û mijarên din yên taybet bi bûdceya herêma Kurdistanê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin