Di salekê de 115 welatiyên Kurd li Îranê hatine îdamkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê îdam kirina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame.
Hengawê belav kiriye ku, di salekê de rejîma Îranê 115 welatiyên Kurd bi hincetên cubicur îdam kiriye.
Herwiha 4 welatiyên Kurd jî di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn rejîma Îranê girtiyên siyasî yên Kurd darve dike lê nabêje siyasîne belku, sûçên din dixe ser stuya wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin