Îro salvegera îdam kirina Pêşewa Qazî Mihemede

di warê wêje û netewî de gelek xizmetên baş pêşkêş kiriye.
کوردستان TV
100%

Beriya 77 salan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye îdamkirin.

Serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî roja 31ê Adara 1947an ji aliyê rejîma vê demê ya Îranê ve bi hinceta hewldan bo parçe  kirina Îranê hatine îdamkirin.

Qazî Mihemed ku, di civîna roja 11ê Sibata 1946an ya Komara Mehadabê weke Serokkomarê hatibû hilbijartin, Mele Mistefa Barzaniyê Nemir jî kiribû Serokerkanê giştî yê artêşa Komarê.

Qazî Mihemed di dema temena kurt ya Komarê de kariye gelek xizmetên mezin yên wêjeyî û netewî pêşkêşî gelê Kurd bike lê piştî vekêşîna Rûsyeyê li payîza sala 1946an û bi piştîvaniya Brîtanyayê Îran êrîşî ser Mehabadê kir ku, Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku, bajarê bicîh nehêştibûn hatin girtin û pişt re jî li meydana çar çira ya li Mehabadê hatin îdamkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.