Yek jî jiber rawestana dilê xwe canê xwe ji dest daye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, duhê bişev li sînorê Hengejale ya li Baneyê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşa han de Kolberekî 22 sal ku, xelkê Baneye û navê xwe Soran Ebdiye birîndar bûye lê jiber dijwariya birîna xwe dema veguhastinê bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Hengawê ev yek aniye ziman ku, her duhê bişev Kolberekî din yê Kurd bi navê Mihemed Bayere temen 48 sal ku, xelkê Ciwanroye di dema Kolberiyê de rastî rawestana dil hatiye û canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin