Jiber serma û seqemê canê xwe ji dest daye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, şeva derbasbûyî Kolberekî Kurd yê temen 15 sal bi navê Hestiyar Ebdulkerîmî li sînorê Seqiqzê di dema Kolberiyê de jiber serma û seqemê qirifiye û canê xwe ji dest daye.
Hengawê herwiha diyar kiriye ku, Kolberekî din yê temen 16 sal li heman deverê bi êrîşa raste rast ya çekdarên Îranî birîndar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin