Kempînek bo hevkarî kirina zirardîtiyên Dihukê hat ragihandin

di encama lehiyê de 2 welatiyan canê xwe ji dest dabû.
کوردستان TV
100%

Komîteya hêlbirînê ev kempîna han ragihandiye.

Komîteya hêlbirînê bi mebesta gehandina hevkarî û dabîn kirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane yên wan şêniyên Dihukê yên ku, di encama lehiya duhê de rastî ziraran hatibûn ragihand.

Komîteya han daxwaz ji Hêbirênerên navxweyî û derve kiriye daku, çi ji wan tê bo hevkarî kirina zirardîtiyan bikin û beşdarî di kempînê de bikin.

Weke tê zanîn duhê jiber barîna baraneke bixor li Dihukê lehiyeke mezin rabibû û di encama lehiyê de rixmî ku, du welatî canê xwe ji dest dabûn hevdem zirarên mezin yên madî jî ber gelek welatiyan ketibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.