Brîtanya berdewam dibe li ser hevbeşiya li gel Kurdistanê

behsa çareser kirina kêşeyên li gel Bexdayê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchen.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, rewşa giştî û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan kir.

Li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û rêz girtin ji pêgeha federalî û destûrî ya herêmê hemfikir bûn.

Balyozê Brîtanyayê tekez li ser vê yekê kir ku, hevbeşiya wan li gel herêma Kurdistanê cîhê girîngiye û berdewam dibin li ser hemahengî piralî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê.

Me jî ev yek eşkere kir ku, herêma Kurdistanê berevanî ji mafên xwe yên destûrî dike û di bin ti zextekê de dev ji mafên xwe ber nade.

Piştîvanî kirina reformên wezareta pêşmerge, girîngiya parastina mafên pêkhateyên Kurdistanê û pêdivî bûna ava kirina civata federalî çend mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.