Dadwer Ebdulrehman Zêbarî: Dadgeha Federalî destûrê cîhbicîh nake

dibêje dadgeha federalî dijî herêma Kurdistanê dixebite.
کوردستان TV
100%

Dadwerê Kurd ji dadgeha federalî yê Îraqê vekêşiya.

Dadwerê Kurd yê li dadgeha federalî yê Îraqê de, Ebdulrehman Zêbarî derbarê biryarên vê dawiyê yên dadgeha federalî yên Îraqê yên li dijî herêma Kurdistanê de îro li Hewlêrê kongreyeke çapemenî lidar xist û helwesta dadgeha federalî dijî Kurdistanê bo raya giştî eşkere kir.

Zêbarî eşkere kir ku, Kurd pêkhateyeke serekene li Îraqê, roleke berçav bo nivîsîna destûra nû ya Îraqê û ava kirina Îraqê lîstine û di destûrê de jî hatiye nivîsandin ku, cîhbicîh kirina destûrê şertê yekane û sereke yê mayîna Îraqê bi yek parçeyiye lê dadgeha federalî destûrê binpê nake û li dijî herêma Kurdistanê bi awayeke siyasî tev digere û dijî herêmê biryarên siyasî dide.

Zêbarî anî ziman ku, destûra federalî pêgeha federalî û destûrî ya herêmê qebûl kiriye lê dadgeha federalî vê yekê qebûl nake û liv û tevgerên dadgeha han ne di çarçoveya destûr û erkên dadgehê dene.

Zêbarî di dawiya gotinên xwe de ragihand ku, weke Dadwerê nunerê Kurd nikariye berevanî ji mafên gelê Kurd bike lewre xwe ji vê dadgehê vedikêşe.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.