Serok Barzanî hêviya berdewamî û pêşkeftina zêdetir bo vê tv dixwaze.
Bi minasebeta 6mîn salvegera destpê kirina weşana Erebî ya Zagrostv peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û ragihandiye ku, destpê kirina weşana erebî ya Zagrosê pêdiviyeke girîng bû bo têgehandina raya giştî ya Erebî li Îraq û welatên din yên Erebî û herwiha çê kirina pira danûstandin û bihevre jiyanê di navbera gelande bi mebesta xizmet kirina aşt û xweşgozeraniyê.
Ev di demekê deye ku, destpê kirina weşana Erebî ya Zagrostv gehandina wêneya rastîn û pêşkeftinên herêma Kurdistanê di warê jiyana civakî, abûrî û avedankirin û siyasî de û nasandina çanda hevûdu qebûlkirin û lêbûrînê, bû.
Serok Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de hêviya serkeftin, berdewamî û pêkeftinê bo Zagrostvê di warê xebatên çandî, lêbûrîn, red kirina tundî, dijminatî ku, tevahiya wan armancên xelkê Kurdistanê ne xwestiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin