Bi minasebeta rêkeftinnameya 11ê Adarê peyamek belav kiriye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro 54 sal bi ser ragihandina rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an re derbas dike ku, destkefteke dîrokî ya şoreşşa mezin ya Îlonê bû bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir.
Şoreş, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê hikûmeta vê demê ya Îraqê neçar kir beşek ji mafên reva yên gelê Kurdistanê qebûl bike. Bi taybetî rêkeftin li ser serrast kirina destûra vê demê û qebûl kirina vê yekê ku, Îraq ji du neteweyên Kurd û Ereb pêk hatiye û destûr jî mafên netewî yên gelê Kurd qebûl dike.
Lê pişt re rejîma vê demê ya Îraqê ji rêkeftinê vekêşiya û pena bire ber şer û dijatî kirina xelkê Kurdistanê û di encam de Îraq rastî malwêranî û karesatên mezin kir ku, heta niha jî xelkê Îraqê baca vê yekê didin.
Di vê bîranîna han de tekez li ser girîngiya parastin û rêzgirtin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê dikin. Xelkê Kurdistanê ti carî rê nade mafên wî werin binpêkirin û zilim lê were kirin û Îraq bo serdama dîktatoriyetê were vegerandin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin