Bo 33mîn salvegera raperîna Kurdistanê peyamek belav kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 33mîn salvegera raperîna mezin ya Kurdistanê peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Di 33mîn salvegera raperîna biheybet ya sala 1991an ya gelê Kurdistanê de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xelkê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û malbetên serfiraz yên şehîdan dikim. Rêzdariya me bo tevahiya Têkoşer, Kurdistaperwer, beşdarên raperînê û tevahiya ev kesên ku, di karwana azadî, serfirazî, pêşkeftin, awedanî û berxwedana herêma Kurdistanê de ked dane û westiyane, silav bo rihê paqêj yê wan şehîdên ku, di vê rê de canê xwe feda kirine.
Raperîna Adara 1991an, yek ji bûyerên herî girîng û berhemdar ya dîroka Kurdistanê ye û şanaziyeke mezin û serweriyeke mezin ya gelê Kurdistanê ye ku, berhemê yekrêzî û yekgirtîbûna tevahiya çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê, hêz û aliyên Kurdistanî bû. Red kirina hertimî ya stem û dagîrkarî û bindestiyê bû, berhma vê jî çê bûna pêgeha federalî ya herêma Kurdistanê û dezgehên destûrî yên herêmê bû.
Îro ku, raperînê bi bîrtînin, gelek girîng û lazime tevahiya alî, pêkhate û her takekî Kurdistanî bi yekrêzî û yekdengî berevanî ji destkeftên nîştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bike.
Lewre lazime pêgeha federalî ya herêma Kurdistanê, nirxên mezin yên raperînê, bingehên bihevre jiyana aştiyane, aştîxwazî û mirov dostiya gelê Kurdistanê hertim biparêzin û pêşde bibin û bê goman serweriya tevahiya me jî girêdayî bi hebûna Kurdistanê ye.
Bila bîranîna raperînê me zêdetir bo piştîvanî kirina pêgeha destûrî ya herêmê û hikûmeta Kurdistanê han bide daku, bikaribe bi baştirîn awayî xizmeteke hêjatir pêşkêşî tevahiya xelkê Kurdistanê bike û bihevre herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke geşekirîtir ve bibin.
Bilind û şikodar be salvegera raperîna Adara 1991an.
Serê rêzdariyê bo şehîdên raperînê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
5ê Adara 2024
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin