Serok Barzanî: Lazime her kes bi metirsiya dubare bûna terorê bihese

Avustiraliya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Li gel balyozê Avustiraliyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Avustiraliyayê Glyn Miles kir.

Di civînê de Glyn Miles stayîşa têkiliyên du alî yên di navbera welatê xwe û Kurdistanê de kir û balkêşande ser xwesteka welatê xwe ya bo zêdetir pêşde birina têkiliyên du alî.

Di berdewamiya civîna han de behsa prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û astengiyên heyî yên li berdem vê prosesa han û ev astengiyên ku, jiber biryarên dadgeha federalî hatine çê kirin bi taybetî astengiyên taybet bi hilweşandina kotaya pêkhateyan ku, ev jî arîşeye bo prosesa hevbeşî û bihevre jiyanê.

Ev yek jî hate eşkere kirin ku, herêma Kurdistanê hertim li ser bihevre jiyana aştiyane û hevbeşiyê biîsrare, jiber ku, ev yek ji wan bingehên serekeye ku, qanûna hilbijartinên parlementoyê li ser hatiye avakirin.

Behsa vê yekê jî hate kirin ku, pêkhateyên heyî yên li Kurdistanê beşeke resen ya civaka Kurdîne û jiber  nebûna kotaya xwe eger heye nikaribin weke pêwîst nunerên xwe bişînin parlementoyê.

Di berdewamiya civînê de behsa mayîna hêzên hevpeymanan li Îraqê hate kirin û Serok Barzanî diyar kir ku, ev yek mijareke netewiye û lazime di vê warî de her kes bi dubare bûna terorê bihese.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.